TR KU SO
FB X
Kurdistan

3 kolberên 17 salî bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2023 23:41

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Chaw Newsê 3 kolberên Kurd li devera Newsûdê bi êrîşa hêzên Îranê ya teqandina guleyên rasterast birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku kesên birîndar bûne temenê wan 17 salî ne û navên wan jî Parsa …, Sirûş Îbrahîmî û Nîma Rehîmî ye.

Hate zanîn ku Parsa xelkê gundê Şêxan, Nîma Rehîmî xelkê gundê Tişar û Sirûşt Îbrahîmî jî xelkê gundê Newsûd a bajarê Pawê ne.

Hersê kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Pawê hatine veguhastin û rewşa tendirustiya du kesan ji wan xirab e.

Parve bike: