Kurdistan
55 kîlo eroyîn hat girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê li navçeya Geverê di wexta polîs kontrola rê dikir, li ser gumanan erebeyekî dan rawestandin û bi seyê (kûçik) narkotîkê li maddeyên hişbir geriyan. Di erebê de li dora 55 kîlo eroyîn hat girtin.
Li ser bûyerê kesekî hat binçavkirin. Her çendîn behsa kontorla normal hat kirin jî dibe ku li ser agahiyên tora îstîxbarata narkotîka Colemêrgê operasyon hatibe kirin.
Lêpirsîna kesê binçavkirî niha dewam dike.