TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên ser ên Tirkiyê 3 caran devera Simêlan a Çomanê bombebaran kir

Admin H
Nivîskar
📅 23 tebax 2020 16:27

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê zozanên Kunekotr li dola Rost a ser bi bajarokê Simêlan li qezaya Çomanê bombebaran kir.

Rêveberê bajarokê Simîlan Şaxewan Wertî daye xuyakirin ku ji şeva derbasbûyî ve balafirên şerî yên Tirkiye navber bi navber li asmanî dola Rost tên dîtin û îro jî dest bi bombebaranê kirine.

Hat ragihandin ku balafirên Tirkiyê îro 3 caran li pey hev ew navçe bombebaran kirine ku hîn derbarê ziyanan de agahiyên zelal nehatine.

 

Parve bike: