Kurdistan
Balyozê Îranê seredana serok Barzanî kir
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahaddîn pêşwaziya balyozê Îranê yê li Bexda Îrec Mescîdî û heyeta pêre kir û di hevdîtinê de rewşa pêwendiyên navbera Kurdistan û Îranê hem ya herêmê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de bo berfirehkirina têkiliyê navbera herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê kirin. Mijareka din ya hevdîtinê pêvajoya avakirina hukumeta herêma Kurdistanê û parlementoya Kurdistanê bû ku li serê axifîn.