Balyozê Kanadayê li Îraqê Shannon: Serok Barzanî kesatekî diyar ê dîroka nû ye
PeyamaKurd - Balyozê Kanadayê li Îraqê, piştî hevdîtina xwe li gel Serok Mesûd Barzanî, li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê de wêneyekî xwe yê li gel Serok Barzanî belav kir û bi pesindayîn behsa wî kir.
An honour to meet Serok Mesûd Barzanî, a key figure of modern history and a lifelong fighter for the national aspirations of the Kurdish people. On the occasion of Kurdish Flag Day, I gifted him Canada’s own national symbol ? pic.twitter.com/OpQJpiAn6v
— Ulric Shannon ?? (@UlricShannon) December 17, 2019
Balyozê Kandayê li Îraqê Ulric Shannon, di peyama xwe ya Tiwîterê de wiha nivîsî: “Di roja Alaya Niştimanî de min û Serok Mesûd Barzanî hevdû dît, ji ber vê yekê kêfxweş im. Serok Barzanî kesayetekî diyar ê dîroka nû ye ku di hemû jiyana xwe de ji bo mafên gelê Kurd têkoşiyaye. Bi helkefta Roja Ala ya Kurdistanê, min sembola nîştîmanî ya Kanadayê pêşkeşî cenabê wî kir.”