Kurdistan
Balyozê Rûsyayê: Bextewar im di dema ahengên Newrozê de ez li Hewlêrê me
PeyamaKurd – Balyozê Rûsyayê yê li Hewlêrê Levîn Oleg Vladimirovich, cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir.
Balyozê Rûsyayê yê li Hewlêrê Levîn Oleg Vladimirovich daye zanîn: “Bextewar im di dema ahengên Newrozê de, ez li vir li Hewlêrê me”.
Balyozê Rûsyayê eşkere kir, ew kêfxweş e ku gelê Kurd agirê Newrozê pêxistiye, di heman demê de jî malbat li cihekî kom dibin û bi hev re pîrozbahiyê dikin.