Barzanî: “Pêwiste Bexda grûbên nerewa rawestîne”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bangî hukumeta Bexdayê kir ku ew grûbên nerewa yên ku êrîşê Herêma Kurdistanê dikin, wan rawestîne.
Serokwezîr Barzanî îro parêzgeha Erbîlê, beşa Oda Operasyonê ziyaret kir û kontrola xebatên wê yên ewlehiyê û xizmetê kir. Barzanî di wexta ziyaretê de behsa îxracata petrolê, mehaneyan, êrîşên fuzeyî û rewşa herêmê kir.
Li ser mijara îxracata petrolê ya di ser Kurdistanê de axifî. Tevî Iraq naxwaze petrol di ser Kurdistanê de here derve jî Barzanî got:
“Herêma Kurdistanê li ber îxracata petrolê asteng nîne. Bi eksa wê destekê dide.”
Barzanî di mijara êrîşên bi fuze û dronan ku dikin ser Herêma Kurdistanê bertekê nîşan da û got:
“Mixabin bi fuze û dronan êrîş dikin ser Herêma Kurdistanê. Ti sedema vêya nîne. Herêma Kurdistanê perçeyekî ji şer nîne. Em ji hukumeta federal dixwazin ku van êrîşan bidin rawestandin. Hinek ji van grûban ji hukumeta Bexdayê maaşên xwe distînin û hukumet çekan dide wan.
Divê hukumeta Bexdayê berpirsiyariya xwe bicîh bîne û nehêle van grûban bikevin Kurdistanê. Ji ber berlêgirtina Koalîsyona navdewletî ez sipasiya hêzên Koalîsyonê dikim.”
Di mijara daxwaza hukumeta Bexdayê, ji ber rêya Hurmizê girtiye, hukumeta Bexdayê xwestiye petrola Kerkûkê di ser Xeta Kurdistanê de bişîne Tirkiyê. Li ser mijarê Barzanî weha got:
“Em ji herkesî zêdetir girîngiyê didin mehaneyên xelkê û debara xelkê. Em destekê didin îxracata petrolê û em li ber wan asteng nînin. Tenê daxwaza me ji Bexdayê ew e ku em li ser mekanîzmayekî li hev bikin, pera bixin bin garantiyê û em karibin ji seha xwe petrolê îxrac bikin.
Êrîşên ser sehayên hilberîna enerjiyê kirine ku hilberîn li ber rawestandinê ye. Pêwiste Bexda ewilî van êrîşan bide sekinandin.”
Barzanî got ku Bexda dixwaze rojane 500 hezar varêl petrolê îxrac bike. Iraq berê 4-5 milyon varêl îxrac dikir. Helbet ciyê wê nagire lê car din Kurd ji bo çareseriyê amade ne.
Serokwezîr Barzanî di dewama axaftina xwe de got ku mehaneyên xebatkaran divê weka kartekî siyasî ji aliyê Bexdayê de ne bikaranîn, xelkê Kurdistanê weka herkesî bigihê mafên xwe, divê Bexda givaşa (abluka) ser Kurdistanê rake û mafê destûrî yê Kurdistanê bide.”
Barzanî ji bo partiyên siyasî yên Kurd banga yekîtiya netewî kir û got:
“Bila hêzên me yên siyasî yek carekî bi hissên welatperweriyê tevbigerin da em ji vê krîzê saxlem derên. Berjewendiyên şexsî û partiyan divê nekeve pêşiya berjewendiyên xelkê.
Ji bo ew malbatên ku mirovên xwe di êrîşan de wenda kirine, ez sersaxiyê didim wan. Ji bo parastina xelkê Kurdistanê ji destê me çi were dê em ê bikin. Ez bawerim li pêşiya me dahatekî geş û aram heye.”