Kurdistan
Batman | Dibistan rojekê hatin girtin
PeyamaKurd – Li Batmanê ji ber berfê û şertên neyînî yên hewayê, dibistan rojekê hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariyê, li seranserî bajêr ji ber barîna berfê û şertên neyînî yên hewayê, Navenda Perwerdeya Gel jî di nav da perwerde û hîndekarî ji bo rojekê hat rawestandin.
Herwiha xebatkarên dewletê yên astengdar û ducanî jî bi destûr in.