Kurdistan
Bedlîs | Pistî bertekan 'Tabelaya Kurdî' ya bajêr hat danîn, dora saredariyê ye
PeyamaKurd – Şaredariya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê piştî bertekên zêde yên xelkê Bedlîsê û civaka Kurd tabelaya Kurdî ya ketin û derketina bajêr ji nû ve danî, lê ya avahiya şaredariyê hîn nedaniye.
Hat dîtin ku tabelaya ketin û derketina Bedlîsê bi Kurdî, Tirkî, Zazakî, îngilîzî û Erebî ji nû ve hatiye danîn.
Herwiha li ser nivîsa ‘Hûn bi xêr hatin bajarê Bedlîsê’ jî navê alimê Kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî wekî; Bediuzzaman Said-i Nursî’ hatiye nivîsandin.
Şaredarê Kurd navê ‘Bedlîsê’ siyasî dît û rakir: Bedlîsiyan bertek nîşan da