Belgeya veşarî ya lihevkirina YNK û Nifşê Nû eşkere bû: Di zindanê de hatiye îmze kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku berpirsê berê yê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Tevgera Nifşê Nû Sêbûr Mentik belgenameya girêdayî lihevkirina nihênî û bi şert a di navbera Şaswar Ebdulwahid û Bafil Talebanî de belav kiriye.
Di belgeyê de hûrgiliyên pevguhertina dabeşkirina darayî û siyasî di lihevkirinê de hatine berçavkirin.
Berpirsê berê yê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Tevgera Nifşê Nû Sêbûr Mentik îro 9ê Tîrmehê belgeyeke du-beşî belav kir, ku şert û daxwazên navbera Serokê Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahid û Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî vedihewîne.
Li gorî belgenameyê, ev lihevkirineka pêşwext di dema girtina Şaswar Ebdulwahid de di zîndanê de hatiye îmzekirin û tê de berjewendiyên bazirganî û siyasî hatine danîn.
Naveroka belgeyê wiha ye:
Beşa Yekê: Daxwazên Şaswar Ebdulwahid di zîndanê de
Li gorî belgenameya navborî, daxwazên Serokê Nifşê Nû ji Bafil Talebanî bi armanca parastina pêgeha wî ya darayî û bazirganî bûn, ku yên herî girîng ev in:
- Girtina dosyeyên qanûnî: Girtina hemî dosyeyên dadgehê yên girêdayî borî û nihayên Şaswar.
- Vegerandina milkan: Wergirtina hemî milkên ku pêştir hatine bindestkirin.
- Pişka hikûmî: Wergirtina wezaretekê di hikûmeta federal a Îraqê de.
- Dosyeya “Chavi Land”ê: Bêdengkirina hemî xwedan-pişkan û qebûlnekirina ti gilî û gazineke qanûnî li ser projeya “Chavi Land”ê ji aliyê dezgehên peywendîdar ve.
Piştgirî û arastina bazirganiyê: Parastina berjewendiyên bazirganî, jiyan û milkên wî û malbata wî, ligel pêşkêşkirina alîkariya madî bo projeyên wî yên bazirganî.
Beşa Duyem: Şert û daxwazên Bafil Talebanî
Li aliyê din jî, Bafil Talebanî li beramberî azadkirina Şaswar û bicihanîna daxwazên wî yên bazirganî, çend şertên siyasî û medyayî li ser wî sepandine:
- Birîna peywendiyan ligel PDKê: Girtina deriyê danûstandinan ligel şandeya PDKê bo pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
- Kontrolkirina medyayê: Bêdengkirina hemî medyayên Nifşê Nû û rawestandina her rexneyekê li dijî siyaseta YNKê û malbata Talebanî (bi taybetî Bafil Talebanî û Qubad Talebanî).
- Paşkoyî di parlamenê de: Fraksiyona Nifşê Nû di Parlamena Kurdistanê de (ku xwediya 15 kursiyan e) biçe pal Fraksiyona YNKê û pabendî biryarên wê be.
- Radestkirina pişka hikûmî: Pêşkêşkirina wan pişk û wezaretên ku di avakirina hikûmetê de digihîjin Nifşê Nû bo YNKê.
- Pabendbûna bi siyaseta giştî ya YNKê: Pabendbûna bi tevahî ya Şaswar Ebdulwahid bi siyaseta Bafil Talebanî li ser asta pêkanîna hikûmetê, çalakkirina parlamenê û pirsên hilbijartinan. Herwesa arastekirina gotara medyayî ya Nifşê Nû tenê bo rexnekirina PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî pabendbûna bi hevahengiya di peywendiyên derve de ligel siyaseta YNKê.
Ev belgenameya ku ji aliyê Sêbûr Mentik ve hatiye belavkirin dibe sedema eşkerekirina dîtineke nû li ser awayê birêveçûna hevrikiyan û lihevkirinên pişt perdeyê yên siyasetê li Herêma Kurdistanê û nîşandana awayê destberdana Serokê Nifşê Nû bo berjewendiyên wî yên bazirganî û partîtî de.