TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bingeha Lales: Erka me hemûyan di çarçoveya Kurdistanê de parastina êzdiyan e

📅 11 gulan 2019 20:02

PeyamaKurd - Bingeha Laleş ya Rewşenbîrî û Civakî ya Kurdên Êzdî bi helkefta 26emîn salvegera damezirandina xwe, daxuyaniyek belav kir: “Erkê me hemûyan e parastina taybetmendiya Êzdiyan di çarçoveya Kurdistanê de.”

 Bingeha Laleş tekez dike ku dosyeya girtî û windabûyên Êzdî dê bimîne ji giringtirîn armancên me û em bêdeng nemane û tişta ku ji destê me bê li tevahiya astên navxwe û navdewletî emê xebatên xwe ji bo rizgarkirina wan bikin.

Bingeha Laleş

‘KURDISTAN WELATÊ YEKÊ Û DAWÎ YÊ ÊZDIYAN E’

Bingeha Laleş di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Li ser me hemû Êzdiyan erk e ku em kar ji bo parastina taybetmendiya Êzdiyan di çarçoveya Kurdistanê de bikin, ji ber ku Kurdistan welatê yekê û dawî yê Êzdiyan e.”

‘LI ŞINGALÊ EM HEMÛ RÊGEÇAREYÊN BÊ BÊ RAZÎBÛNA ÊZDIYAN  RED DIKIN’

Bingeha Laleş wiha didomîne: “Bêguman ku kêşeya Şingalê ne tenê kêşeya Êzdiyan û Kurdistanê û Iraqê ye, lê belê bi mixabinî ve bûye kêşeyeke navdewletî, ku hinek ejîndeyên navdewletî li ser erdê Şingalê hebe û her yek ji bo bidestveanêna berjewendiyên xwe li deverê kar dike. Em jî her rêgeçareyekê bo doza Şingalê bê razîbûna Êzdiyan red dikin.”

Parve bike: