CENTCOM: 73 tankerên Îranê hatin astengkirin
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî de, wan rê li ber 73 tankerên petrolê yên Îranê girtiye û nahêlin ev keştî têkevin benderan yan jî ji wan derkevin.
CENTCOMê eşkere kir ku ev keştî xwedî kapasîteyeke mezin in û dikarin zêdetirî 166 milyon bermîl petrolê veguhezînin ku bihayê wê di ser 13 milyar dolaran re ye.
Dorpêça li Tengava Hurmizê û guhertina rotayan
Piştî ku danûstandinên dîplomatîk ên li Pakistanê bê encam man, Amerîkayê ji 13ê Nîsanê ve dest bi dorpêçkirina deryayî ya li dijî Îranê kir.
Di daxuyaniya herî dawî de hat destnîşankirin ku ji bilî tankerên hatine astengkirin, rotaya zêdetirî 50 keştiyên din jî hatiye guhertin daku nekevin herêmên qedexe. Ev operasyon piştî wê yekê hat ku Supaya Pasdaran a Îranê di 2yê Adarê de girtina Tengava Hurmizê ragihandibû.