TR KU SO
FB X
Kurdistan

Civîna Barzanî û Çavusoglu dest pê kir

📅 29 nîsan 2019 16:03

PeyamaKurd - Serkwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Hewlêrê civiyan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li Hewlêrê ji aliyê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê tirk Çavuşoglu piştî vê hevdîtinê, serdana Ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Mevlut Çavuşoglu îro duşemê 29ê nîsanê danê sibehê, beriya hevdîtinê fermî, serdana Kela Hewlêrê û Sûka Dîrokî ya Qeyseriyê kir.

Çavuşoglu  herwiha serdana Eniya Turkmenî kir û bi berpirsên wê re civînek kin pêk anî.

Tê çaverêkirin ku Çavuşoglu bi Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubat Talabanî re jî hevdîtinekê pêk bîne.

 

Parve bike: