TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cotyar Adil: Pêvajoya perwerdehiyê dê berdewam bibe

Admin L
Nivîskar
📅 02 adar 2021 13:30

PeyamaKurd –  Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil diyar kir; pêvajoya perwerdehiyê dê berdewam bibe, lê divê rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê (Covid-19) werin tundkirin û eger metirsî zêdetir bibe, bijardeya sekinandina perwerdehiyê dê were rojevê.

Bi civîneke çapemeniyê Cotyar Adil da zanîn; Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê di civîna xwe de ev biryar dane:

- Tundkirina rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê.

- Pabendkirina hemû welatiyan bi rênimayan.

- Îdare û yekeyên îdarî, dê hemû rêkaran cîbicî bikin.

- Perwerdehî didome, lê rêkarên pêwîst werin tudkirin.

- Eger metirsî zêdetir bibe, bijardeya sekinandina xwendinê dê were rojevê.

- Heta 10ê Adarê ev rêkar dê werin cîbicîkirin.

Parve bike: