TR KU SO
FB X
Kurdistan

CPJê xwest ku rojnamevanê Kurd demildest bê azadkirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2019 23:28

PeyamaKurd - Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku rojamevanê kurd Hembervan Kose, 7ê Kanûnê li Balafirxaneya Kuala Lumpur a Malezyayê hatiye girtin û divê ew were azadkirin.

CPJê bi zarê rayedarên Malezyayî ragihand ku binçavkirina Kose ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, ji ber xebatên wî yên rojnamevanî hatiye xwestin û CPJê bang li rayedarên Malezyayê jî kir, sedema binçavkirina Kose eşkere bikin û demildest wî azad bikin.

Beriya niha jî Sendîkaya Rojnamevanan a li Rojavayê Kurdistanê bang li rayedarên Malezyayê kiribû û xwestibû rojnamevanê Kurd Hembervan Kose berdin û radestî rejîma Sûriyê nekin.

Parve bike: