TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘DAISê li Iraqê hin herêm xistine kontrola xwe û bacê ji xelkê distîne’

Admin H
Nivîskar
📅 30 mijdar 2021 23:44

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê çend herêmên parêzgehên Iraqê kontrol kirine û bacê ji xelkê wan herêman distîne.

 Pisporê ewlehiyê Sefa Esem, di hevpeyvînekê ligel BasNewsê eşkere kiriye, çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê bacê ji xelk û gundên dûrî bajaran distînin û bi kêfa xwe hatûçûnê dikin.

Esem di wê baweriyê de ye DAIŞê çend herêmên parêzgehên Selahdîn, Diyale û çend parêzgehên din kontrol kiriye.

Herwiha Esem dibêje, jinavbirina DAIŞê bi taybet li dorûbera deryaçeya Hemrîn li parêzgeha Diyale pêwîstî bi hevkarîya îstîxbaratî ya Amerîkayê û hemahengiya eşîrên li herêmê heye.

Parve bike: