Ahmet Davutoğlu seredanên xwe yên Herêma Kurdistanê û Iraqê temam kir
PeyamaKurd – Serokê Partiya Gelecekê ya Tirkiyê Ahmet Davutoğlu bi sedema tevlîbûna foruma Delphiyê ya li bajarê Silêmaniyê dihat kirin, seredana Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
Davutoğlu seredana serokkomarê Iraqê Nizar Amedi, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzani, serokê Kurdistanê û hem serokê PDKê Mesûd Barzanî, serokê YNKê Bafil Talabanî û cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talabanî kir.
Di hevdîtinên taybet de behsa aştiya herêmê, hevkariya aboriyê, têkiliyên navbera Tirkiyê û Iraqê û behsa perspektîfên hevpar yên ayînde kirin.
Li gor ragihandina Partiya Gelecekê; Davutoğlu û heyeta pêre berya Foruma Delphiyê di 6ê Hezîrana 2026an de seredana balyozxana Tirkiyê ya Erbîlê kir.
Di forumê de û di hevdîtinên din de Davutoğlu behsa xwurtkirina aramiyê, diyalogê û di navbera gelan de behsa pêşdebirina vizyona hevpar ya di dahatûyê de kir.
Di hevdîtina bi serokkomarê Iraqê Nizar Amedî re li ser pêşdeçûnên li herêmê, mêzêna hêzên li Iraqê, aramî û hevkariya aboriyê kirin.
Di çarçova gera Silêmaniyê de, bi serokê YNKê Bafil Talabanî û Qubad Talabanî re hevdîtin kir. Behsa derfetên hevkariyê û pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn û Iraqê kirin.
Davutoğlu bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re behsa têkiliyên dîrokî bi Tirkiyê re, têkiliyên çandî, behsa aramiya herêmê û pêngavên karibin bavêjin kirin.
Di hevdîtina bi serokê Kurdistanê Mesûr Barzanî re li ser pêşdeçûnên li herêmê, encamên şerên li herêmê yên mirovî û siyasî, behsa pêwendiyên Tirkiyê û Iraqê, pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiyê û dahatûya hevpar ya her dû welatan kirin.
Davutoğlu bi Rêxistina Turkmenên Iraqê re hevdîtin kir û behsa encama hilbijartina rewşa Turkmenan û di nav rewşa heyî de, dê Turkmen çawa hevkariya xwe biparêzin, li ser van mijaran axifîn.