TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê dê 24 demjimêran vekirî be

Admin H
Nivîskar
📅 24 îlon 2026 12:52

PeyamaKurd - Serokatiya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê da xuyakirin ku ji Cotmehê û pê ve, ev deriyê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, bi tevahiya rojên hefteyê de 24 demjimêran bi awayekî fermî ji bo rêwiyan û çalakiyên bazirganî vekirî be.

Bi vê biryarê re, astengên demjimêrî yên berê dê nemînin û çûn û hatin gelekî hêsantir bibe.

Di heman demê de, karên avakirin û nûjenkirinê yên ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Qamişlo û Nisêbînê yê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bi fermî dest pê kirin.

Rayedarên herêmê destnîşan kirin ku ev deriyê nû ku dê bibe heftemîn deriyê sînor yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, dê bibe projeyeke stratejîk ji bo geşkirina bazirganiyê, piştgiriya aboriya herêmî ya Cizîrê û sivikkirina barê li ser milê welatiyan.

Parve bike: