Kurdistan
Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî nexwesxaneya Covid-19 radestî tenduristiya Hewlêrê kir
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêveberiya giştî ya tenduristiya Hewlêrê derbarê cuda kirina nexwaşxaneyeke ji bo çareseriya tûşbûyên vîrusa korona protokola radestkirina nexweşxanê bo tenduristiyê îmze kirin.
Hat ragihandin ku ew nexwaşxane ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sor a Îmaratê ve hatiye çekirin û ji bo çareseriya nexweşên Covid-19 hatiye terxankirin ku niha gelek berkeftiyên vîrusa korona li Hewlêrê li wê nexweşxanê têne çareser kirin.
Nexweşxaneya bo nexweşên Covid-19 ji 50 cihên razandina nexweşan pêk tê û hemû pêdawîstîyên tenduristî tê de hatine bicihkirin.