TR KU SO
FB X
Kurdistan

Helmeta Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî ya kirîna bacanên cotkaran bo penaberan dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2020 16:26

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi armanca piştevanîkirina li cotkarên Kurdistan û sektora çandiniyê, 7ê Tîrmehê helmetek ragihandibû û gotibû, ew dê bacanên cotkarên Kurdistanê bikirin û li koçber û penaberan belav bikin.

Li gorî projeya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wê 210 ton berhemên bacanê sor ê cotkarên parêzgeha Duhokê bên kirîn.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi kirîna bacanên cotkaran kiriye ku wê 7 rojan berdewam bike û rojane 30 ton bacanê sor ê cotkarên parêzgeha Duhokê tên kirîn.

Berpirsê Nivîsgeha Dukokê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ebdulwahîd Emîn ragihand, ev proje li navçeyên Sêmêl, Zaxo, Akrê, Şêxan û Berdereş bicih dibe û koma giştî ya budceya vê projeyê 650 milyon dînar e.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî beriya niha jî projeyên taybet pêşkêşî cotkarên Herêma Kurdistanê kiribûn û hevkariya cotkaran kiribû.

Parve bike: