TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî helmeta nûjenkirina dibistanan didomîne

Admin H
Nivîskar
📅 14 tebax 2022 18:28

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) piştî pêkanîna projeya nûjenkirina dibistanên li parêzgeha Duhokê niha jî dibistanên Îdareya Serbixwe ya Soranê nûjen dike.

Berpirsê ofîsa Soran a Dezgaha Xêrxwaziya Barzanî Nêçîrvan Ebdulwahîd Guwanî ji medya Kurdistanê re ragihand ku ew kar û çalakiyên xizmetê di warên cuda de berdewam dikin û wan dest bi nûjenkirina 16 dibistanên li perwerdeya her çar qezayên Soran, Mêrgesor, Çoman û Rewandizê yên sînorê îdareya serbixwe ya Soranê kiriye.

Guwanî got: “Ew dibistanên ku werin nûjen kirin, li gor pêwîstî, ji aliyê berpirsên îdarî û perwerdeya vî sînorî ve hatine diyar kirin. Herwiha ji bo nûjenkirina wan jî 116 hezar dolar pare hatiye terxan kirin.”

Parve bike: