Di Adar a 2027an de parêzgeriya Kerkûkê teslîm dikin
PeyamaKurd – Turkmenên Kerkûkê ragihandin ku heya li hev kirin bi temamê terefan re nebe, nabe ku karê parêzgeriya Kerkûkê bi Tukmenan dewam bike û di sala 2027an de wexta parêzgerê Turkmen diqede û wê karê xwe dewrî pêkhateyekî dinê bike.
Serokê Partiya Türkmeneli Riyaz Sarıkahya, ji bo K24ê daxwuyanî da û got; derewe ku heya hilbijartinekî dinê karê parêzgeriyê dewrî kesekî dinê nekin. Sarıkahya got:
“Wexta ku me li serê li hev kiriye dema biqede, em ê karê parêzgeriyê dewr bikin. Wexta me li serê li hev kiriye heya Adara sala 2027an e. Me ti daxwazekî nekiriye ku wexta parêzgeriya me dirêj bikin.”
Sarıkahya, li ser demografiya Kerkûkê jî rawestiya û got ku Kerkûk ji gelek pêkhateyan pêk hatiye, karê parêzgeriyê bi dorê bê kirin baştire û her carê yek pêkhateyekî vî karî bike baştir e.”
Riyaz Sarıkahya got ku piştî hilbijartina endamên meclisa parêzgehê, dê ji endaman bixwazin ku ji bo 4 salan parêzgeriyê bidin Turkmenan.