TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di sûna li zankoyan doktorayê bikin kolberiyê dikin

Admin M
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2019 00:49

PeyamaKurd- Bêkarî û xizaniya li rojhilata Kurdistanê li ser xwendevan û akademîsyenên Kurd jî bandorê kirin. Xerabiya aboriya Îranê, arîşeyên di rêvebiriya dewletê de û bi sedema gelek problemên din gelek xwendevan û akademîsyenên Kurd dev ji zankoyan (unîversîteyan) berdan û li ser sînoran dest bi kolberiyê kirin.

Di dema ku eşyayan ji ser sînor li ser pişta xwe dibirin, di navbera kolberan de axaftinên ku derbasdibûn balkêş bûn. Di nava wan de hene ku xwediyê diplomaya zankoyê ne, hetta hene ku doktorayê qezenc kirine lê bi sedema problemên aboriyê dest bi kolberiyê kirine. Di vîdeoyeka kolberan de ku diaxifin, bê ku em guherînan bixinê, ji xwendevanan re peşkeş dikin;

-   Min bihîst ku dîploma te ya zankoyê (unîversîteyê) heye?

-    Belê rast e.         

-    Te heya ku derê xwendiye?          

-    Min lîsansê qedandiye.          

-    Te kîjan beşê qedand?   

-    Beşa aboriyê (ekonomî).

-    Te zankoyê (unîversîteyê) li ku dere xwend?

-    Li zankoyên Urmiye û Tehranê        

-    Li Tehranê? Rast dibêjî ne?

-    Belê.         

-    Te tenê lîsansê xwend an te masterê (lîsansa bilind) jî xwend?         

-    Min dereca lîsansê li Tehranê û masterê (lîsansa bilind) li Urmiyê xwend.              Hem bo doktorayê min qebûl kirin lê ez nikaribûm herim bo doktorayê.   

-     Ku derê te qebûl kir?

-     Kirmanşan.       

-     Tu bo çi neçûyî?

-      Perê min nebû ez herim Zankoya Kirmanşanê.

Weka ji sohbeta (axaftin) wan jî tê fêmkirin, dahatûya Kurdan li Îranê baş xuya nake û hêviyên wan yên bo pêş jî ew çend tariye.

Parve bike: