TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dr. Berzencî:“Gestiyarên ji derve tên Kurdistanê di bin kontrolê de ne”

Admin M
Nivîskar
📅 26 sibat 2020 04:38

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî bo çapemeniyê ragihand ku hemû geştiyarên diçin Kurdistanê di bin kontrolê de ne û heya niha li Kurdistanê vîrûsa coronayê nehatiye dîtin.

Berzencî got ku hemû geştiyarên diçin tên Kurdistanê di bin kontrola wan de ne û tenha guman li ser 7 kesan hebû û encama testên 6 kesan negatîv derketine û li benda testên kesê 7emîn in.

Dr. Saman Berzencî di dewama ragihandina xwe de aşkera kir; herêma Kurdistanê hemî amadekariyên xwe bo berlêgirtina vîrûsê temam kirine û rojane data û agahiyên di mijarê de, bo hemwelatiyan aşkere dike.

Parve bike: