TR KU SO
FB X
Kurdistan

DUHOK | Bi merasîmekê pileya 315 polîs û efseran hate bilindkirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 hezîran 2022 19:05

PeyamaKurd - Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê,  bi merasîmekê pileya 315 polîs û efseran hat bilindkirin.

Rêveberê polîsê Duhokê Fexrî Ehmed da xuyakirin ku xebatên bilindkirina beşek ji polîsên Duhokê xilas bûye û got: “Ev xebat sê hefte berê dest pê kiribûn û di dawiya xebatê de pileya 315 polîs û efseran hat bilindkirin.”

Fexrî Ehmed herwiha bibîr xist ku, mixabin di xula perwerdeya polîsan de gule li polîsekî ketiye û can daye.

Parve bike: