TR KU SO
FB X
Kurdistan

Elî Zeydî ji bo piştevaniya kabîneyê serdana Hewlêrê dike

Admin H
Nivîskar
📅 11 gulan 2026 17:32

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî, ji bo piştevaniya kabîneya xwe bistîne serdana Herêma Kurdistanê dike.

Di vê serdanê de biryare ku rûpeleke nû di peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê re veke daku pirsgirêkên bi salan ên mûçe û bûdceyan ber bi çareseriyê ve biçin.

Çavkaniyekê ji Nivîsîngeha Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî ragihand: “Piştî pêkanîna hikûmeta nû ya federal, Zeydî dê serdana Hewlêrê bike û dê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.”

Çavkaniyê got: "Bi piştrastî ve Serokwezîrê raspartî yê Iraqê dê ji bo başkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina arêşeyan kar bike."

Serokwezîrê raspartî yê Iraqê  2yê Gulanê ji bo cara yekê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazî kirin.

Elî Zeydî di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke berpirsên din ên PDKê civiyabû.

Elî Zeydî ragihandibû ku ew dixwaze aliyên siyasî yên Kurdistanî bi awayekî çalak tevlî kabîneya wî bibin.

Elî Zeydî, 7ê Gulanê jî karnameya wezarî ya hikûmeta nû ya Iraqê pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî kir; lê heta niha parlamentoyê tu demek ji bo bawerîdayîna bi kabîneya wî diyar nekiriye.

Li gorî destûra Iraqê, ji bo serokwezîrê raspartî tenê 30 roj hene ku kabîneya hikûmetê pêk bîne û baweriyê ji parlamentoyê werbigire.

Parve bike: