TR KU SO
FB X
Kurdistan

“Em bo diyalogê amade ne lê divê operasyon rawestin”

Admin M
Nivîskar
📅 26 tebax 2020 04:17

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ragihand ku seredana wan ya bo Amerîkayê gelek serkeftî bûye û her mijara ku xwestine derfetê dîne da li serê biaxifin. Wezîr Fûad Huseyîn bi medya Kurdistanê re hevpeyvîneka dirêj kir û tîşkê xist ser gelek mijaran.

Fûad Huseyîn got ku li ser mijara operasyonên Tirkiyê yên li herêma Kurdistanê de bi rêvebirên Amerîkayê re axifîne û got:

“Me banga diyalogê bo Tirkiyê kir lê divê ewilî operasyonên leşkerî bidin rawestandin.”

Wezîrê karên derve Fûad Huseyîn piştrast kir ku hebûna PKK ê li ser axa başûrê Kurdistanê pirsgirêke lê mijar diçe wextê berê yê kevin.

Huseyîn, di mijara hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê û dahatûya wan de got ku temamên terefan qebûl dikin ku Iraq pêdiviya wê bi alîkariya leşkerî heye û dixwazin têkiliyên xwe bi Amerîkayê re bimeşînin.

Di mijara têkiliyên leşkerî yên herêma Kurdistanê û Bexdayê de, Fûad Huseyîn weha got:

“Bi desteka Amerîkayê û hêzên din yên koalîsyonê hevdîtin di navbera hêzên Pêşmerge û Iraqê de dewam dikin da mekanîzmayekî hevbeş ava bikin.”

Wezîr her weha behsa arîşeyên navbera Tehran û Washingtonê kir û got di van arîşeyan de yê ku zerarê dike Iraqê û weha dewam kir:

 

“Gelek şaşe ku Amerîka û Îran arîşeyên xwe di ser Iraqê de çareser bikin. Pêdiviya Iraqê hem bi Îranê û hem bi Amerîkayê heye.”

Li ser mijara çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê, Huseyîn got ku diyalog pêwiste. Divê diyalogeka ciddî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hebe.

Parve bike: