Erdoğan, bi Nêçîrvan Barzanî re axifî û êrîşa ser mala wî şermezar kir
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de li serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî geriya, êrîşa ser mala wî ya li Duhokê bi tundî şermezar kiriye û pirsa rewşê kiriye.
Erdoğan, her weha ji bo êrîşên ser Pêşmerge ku di êrîşan de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn, sersaxiyê da Nêçîrvan Barzanî û bo birîndaran şîfayê xwest.
Ji bilî êrîşa ser mala Barzanî ya bi dronê, her dû lîder li ser pêşdeçûnên li herêmê û têkiliyên dîplomatîk axifîn. Erdoğan, bo Barzanî gotiye ku êrîşên ser Herêma Kurdistanê ji nêz de dişopîne.
Erdoğan, behsa parastina ewlehiya herêmê kir ku çendîn girîngiyê didinê û di nav de Herêma Kurdistanê û Iraq ciyê xwe yê girîng heye.
Serok Barzanî li ser tevgerên Erdoğan yên di vê pêvajoya hassas de ku dostane tevdigere û ji bo telefona wî sipasiya Erdoğan kir. Barzanî peyama xwe weha da:
“Herêma Kurdistanê weka duhî çawa tevdigeriya, dê her wext bibe faktora aramî, hûzûr û aştiyê û em ê nebin perçeyekî ji şerê herêmê û gengeşeyan.”