Erdogan: "Hêvî dikim ku heta êvarî Efrîn bi temamî bikeve"
PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îddia kir ku ew der barê Efrînê de hesas û bi baldarî tevdigerin û got: “Ez hêvî dikim Efrîn heta êvarî bi temamî bikeve”
Serokkomarê Tirkiyê îro li civîna muxtaran axivî û li ser Efrînê nirxandin kirin.
Erdogan destnîşan kir ku sivîl bi wesayîtan ji korîdoreke taybet ji Efrînê tên derxistin.
Di behsa Sûriye û Iraqê de Erdogan wiha got: "Em ê Efrînê ji terorîstan paqij bikin. Em ê Minbic û rojhilatê Feratê û heta sînorê bakurê Iraqê bi heman awayî ji terorîstan paqij bikin."
Ji bo operasyonên li ser sînorê Herêma Kurdistanê ku wek Bakurê Iraqê bi nav dikin jî wiha axivî: "Di her firsendê da em êrîşî hêlînên terorê yên li bakurê Iraqê dikin. Di nêz da bi hêzdarî em ê wir bi serê terorîstan da bînin xwarê."