TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fitneya Tirkmenan li Kerkûkê berdewam e

📅 22 tîrmeh 2018 23:29

PeyamaKurd  - Tirkmenên li Kerkûkê îdîa dikin ku bi êrîşên demên dawîn li bajêr diqewimin dixwazin fikra "bêyî Pêşmerge ewlehî pêk nayê" bi cih bikin.

Li bajarê Kerkûkê êrîşên çekdarî û bombeyî diqewimîn. Ji ber êrîş û bombeyan li ser mijara ewlehiya bajêr gelek niqaş hatin kirin û wan êrîşên li bajêr herî zêde jî tesîr li ser Kurdan kir.

Bi taybetî êrîş wek "sûîqesd" tên kirin û gelek ji wan jî wek "kiryar nediyar" dimînin û ev yek jî nîgeraniya Kurdên ku li bajêr dijîn zêdetir dike.

Tirkmenên ji Kerkûkê îdîa dikin di 4 rojên dawîn de rastî 6 êrîşan hatin û 30 kes mirin ji 10î zêdetir kes jî birîndar bûn. Lê belê Kerkûk di destê Tirkmenan de ye. 

Tirkmenên li Kerkûkê îdia kirin ku Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajêr di hilbijartinê da hîle kir bi vê gotinê Tirkmenan bi qasî mehekî xwe dan erdê û li kuçe û kolanan protesto li dar xistin.

Di çalakiyên ku Tirkmenan navê "şoreşa hêşîn" lê kirin da kesekî piştgirî neda wan. 

Li gor îdîayên Tirkmenan hin partiyên Şiî yên nêzî Îranê di dema hevdîtinên bi partiyên siyasî yên Kurd ra li ser mijara Kerkûkê sekinîn. Hat îdiakirin ku wan xwestiye Pêşmere ji nû va vegerin Kerkûkê û deverên kifşkirî ji nû va hildin bin kontrola xwe û ev yek di rojeva wan da cih girtiye.

Tê zanîn, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNK ji bo pişgiriyê bidin hikûmeta nû ya ku wê li Bexdayê bê avakirin wek şert dixwazin ku Pêşmerge vegere Kerkûkê.

Tirkmen ji ber vê yekê bifikarin û dibêjin dema Pêşmerge ji nû va vegere bajêr ev yek tevlî kêmîstiqrariya li bajêr wê bibe sedema "şerê nijadî" jî.

Serokê Bajarê Kerkûkê yê Eniya Tirkmenên Iraqê Qasim Kazanci îdîa kir ku bi êrîşên bombeyî piranî deverên Tirkmen lê dijîn wek hedef tên hilbijartin û ew "partiyên siyasî" yên dixwazin li bajêr ji nû va serweriyê bi yek dengî hildin bin kontrola xwe piştevaniya wan êrîşan dikin.

Kazanci îdîa kir ku PDK û YNK piştgiriyê didin wan êrîşan.

Rêvebirê Tirkmen Kazanci got: "Ew êrîş li taxên Tirkmen lê dijîn diqewimin û ev jî bernîşaneya herî diyar a ku hedef Tirkmen in. Partiyên siyasî yên Kurd ên ku serweriya wan a li bajêr bi dawî bû vê yekê qebûl nakin. Ew dixwazin nêrîna ku li Kerkûkê bêyî Pêşmergeyan îstiqrar û ewlehî pêk nayê bidin qebûlkirin. Tirkmen niha berdêla li dij derketina referandûma Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ya li gor makezagonê nebû û di hilbijartinê da deq û dolabên hatin kirin derxistin meydanê, didin.


Alîkarê Serokê Meclisa Tirkmenên Iraqê Nîhat Kuşçû jî got: "Partiyên siyasî yên Kurd ên ku li bajêr serdestî winda kirin û di 16ê cotmehê da jî kontrola Kerkûkê ji destê wan derket niha dixwazin ku wê îstikrara ji bo bi cih bibe hewl tê dayîn, serobin bike."

Cîgirê Midûrê Weşana Kurdî ya Hawalê Burhan Silêman jî got ku ew Kurdên li Kerkûkê hemû êrîşên terorî yên zirarê didin bajêr red dikin û wiha dewam kir: "Bi êrîşên dawîn va kêmsaiya Pêşmergeyan a li Kerkûkê hat hîskirin. Bi taybetî jî terorîst ji aliyê başûrêva bi dizî dikevin bajêr û heke weke berê Pêşmerge li vir bûna ev tişt nediqewimîn."

Parve bike: