TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hengaw: Girtiyê Kurd yê dev û çavên xwe dirûtibû hat darvekirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 nîsan 2019 16:41

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd bi tohmeta kuştina kesekî hat bidarvekirin.

Dezgeha mafên mirovan ya Hengaw ragihand, îro danê sibê li girtîgeha Sine girtiyekî kurd bi navê Ehmed Îranî hat bidarvekirin.

— Hengaw Organization (@HengawO) 28 Nisan 2019

Ehmed Îranî sala 2012an bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi cezayê îdamê hatibû mehkûmkirin.

Ehmed Îranî çend roj berê piştî zanîbû dê wî îdam bikin, dev û çavên xwe dirûtibû.

Parve bike: