TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêza li dijî terora Kurdistanê daxuyaniyeka nû belav kir

Admin M
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2019 03:18

PeyamaKurd- Hêza li dijî terorê ya Kurdistanê di derbarê bûyera Hewlêrê de ku 3 kes tê de hatibûn kuştin, daxuyaniyeka nû da û got kesekî din ku di bûyerê de cîh sitendiye hatiye tesbîtkirin û lê digerin. Di daxuyaniyê de hat ragihand ku di di derbarî tohmetbarê rûdana xwaringeha Hewlêrê de agahî hebin, bi hêzên asayîşê re bên parvekirin.

Kesê tohmetbar û ku hêzên asayîşê lêdigerin navê wî Siyako Baqî Ebdulkerîm e û beşdarê rûdana Hewlêrê ya 17 ê mehê bûye. Di bûyerê de dîplomatê Tirkiyê û 2 hemwelatiyên Kurdistanê hatibûn kuştin.

Parve bike: