TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dijîterora Kurdistanê daxuyaniyek li ser teqîna li Kelarê belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 17 hezîran 2022 16:57

PeyamaKurd – Dijîterora Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê teqîna li Kelarê belav kir û diyar kir, ew otomobîla ku li Kelarê hatibû armanckirin, ya çekdarên PKKê ye.

Hat ragihandin, îro li nêzîkî depoya genim a Kelarê otomobîlek hatibû armanckirin.

Dijîterora Kurdistanê da zanîn, di wê otomobîlê de komek çekdarên PKKê hebûn û 4 kes ji wan hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Herî dawî Dijîterora Kurdistanê eşkere kir, otomobîla han ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatiye armanckirin.

Parve bike: