TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê îro kolberekî din ê Kurd kustin

Admin L
Nivîskar
📅 30 nîsan 2022 17:30

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê, li sînorê Newsûd ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, îro 30.01.2022yê danê sibê kolberekî Kurd kuştin.

Hat zanîn ku ji devera Hewramanê, îro danê sibê, çekdarên rejîma Îranê li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê li devera Newsûdê ya li Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirin û di encama êrîşê de Kolberekî Kurd ê bi navê Sefer Subhanî xelkê devera Dûrîsanê can daye.

Herwiha hat eşkerekirin ku cenazeyê Sefer Subhanî ku bavê du zarokane, rakirine nexweşxaneya Paweyê.

Parve bike: