TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê li Ûrmiyê ajalên ku ji xelkê dizîn bi 4 kamyonan veguhestin

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2021 18:02

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh roja Pêncşemê hêzên întizamî yên rejîma Îranê li gundê “Dizê” yê devera Mirgewer a Ûrmiyê, hejmareke zêde ajalên xelkê revandin û bi kamyonan veguhestin devera Sîlwanayê.

Li gorî çavkaniyên herêmê ajalan xelkê bi 4 kamyonan hatine barkirin û ji bo Sîlwanayê hatine veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, revandina ajalan li deverên bajarê Ûrmiyê ji aliyê rejîmê ve di halekê de ye ku, dahata piraniya xelkê deverê bi xwedîkirina ajalan ve girêdayî ye û tevî hevsînorbûna digel Tirkiyê û Iraqê ti hewlek ji bo baştirkirina rewşa jiyana xelkê wan deveran nehatiye dayîn.

Hêzên rejîma Îranê di van çend salên derbasbûyî de, li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan caran ajalên xelkê zeft kirine û dahata wê jî li nav hêzên xwe dabeş kirine.

Parve bike: