Kurdistan
Hêzên rejîma Îranê welatiyekî din ê Kurd bi îskenceyê kust
PeyamaKurd – Welatiyekî Kurd ê beriya çend rojan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin, bi îşkenceyê hat kuştin.
Li gor zanyariyan, welatiyê Kurd ê bi navê Ramîn Fatihî ku beriya çend rojan li bajarê Sineyê li gel bira û xwişka xwe ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn girtin, hatiye kuştin.
Herwiha hat zanîn, Ramîn Fatihî di girtîgeha Sineyê de ji ber îşkenceyên dijwar ên hêzên rejîmê can daye.