Kurdistan
Hikûmeta Kurdistanê êrîsa ser balafirgeha Siûdî sermezar kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa Hûsiyên Yemenê yê bi ser Îranê ve ku bi moşekan êrîşî Balafirgeha Abha ya Erebistana Siûdî kiribûn bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke fermî, êrîşa du roj berê (12 Hezîran 2019) ya ser Balafirgeha Abha ya Erebistana Siudî ku Husiyan bi fuzeyan êrîş kiribû û li gor ragihandina Erebistana Siûdî 26 welatî birîndar bûbûn, bi tundî şermezar kir.
Em bi tundî êrişa mûşekî ya roja çarşem 2019-06-12 bo ser Balafirgeha Abha li Erebistanê şermezar dikin, ku bûye sedema birîndar bûna şeş welatiyan û zirareka mezin jî bi balafirgehê gehişt.
Em hêviya başbûna bi lez bo birîndaran dixwazin.
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê