TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê doktora Kurd Beyan Salehian li Urmiyê xistin binê çav

Admin M
Nivîskar
📅 30 îlon 2026 19:33

PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarat û asayîşa Îranê doktora pispor a nexweşînên hundir ya bi navê Beyan Salehian (43) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmiyê xistin binê çav. Hêzên Îranê avêtine ser mala doktor, şiddet û heqaretê lê kirine.

Heya niha kes nizane doktora Kurd birine ku derê û sedema girtina wê çiye. Beyan Salehian bi eslê xwe ji Kurdên xelkê bajarê Seqizê ye û li Urmiyê dijî.

Asayiş û îstîxbarata Îraê di 27ê Êlûnê de avêtine ser mala wê, kes nizane wê birine ku derê, her weha telefona wê û komputera wê jî bi xwe re birine.

Salehian, di Payîza sala 2022an de, di wexta tevgera jin-jiyan-azadî de bi 2 doktorên din yên ji bajarê Seqizê re hatibû girtin û demekî di bin çav de mabû.

Paşî dadgeha şoreşê ya bajarê Seqizê bi sedema di ser înternetê de, goya li dijî dewletê propogande kiriye 8 meh cezayê zîndanê dabûnê û paşî cezayê zîndanê kiribûn yê pere û 20 milyon tumen pere ji doktor sitendibûn.

Parve bike: