TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê êrîşî baregeha Komelayê ya li Balîsanê kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 mijdar 2026 16:15

PeyamaKurd - Îranê îro Duşemê di saet 14:40an de bi du moşekan êrîşî baregeha Partiya Komela ya Kurdistanê ya Îranê ya li devera Balîsanê ku li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê ye kir.

Berpirsê Ofîsa Peywendiyan a Komelayê li Hewlêrê Elî Rêncberî ragihand ku di saet 14:40an de xaleke wan a li devera Balîsanê bi du moşekan hat armanckirin.

Rêncberî destnîşan kir ku di encama vê êrîşê de ti ziyanên giyanî nehatine tomarkirin.

Parve bike: