TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê îsal 173 kes seniqandin

Brindar Z
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2019 22:27

Pisporê Mafê Mirovan ê Yekîtîya Milletan Cavid Rehman, daxuyand ku dewleta Îranê îsal 173 kes şeniqandine ku di nav wan de du zarokên 17 salî jî hebûn.

Cavîd Rehman, di Komîteya Mafê Mirovan a Yekîtîya Milletan de axivî û behsa Îranê û binpêkirina mafê mirovan kir. Rehman, di axavtina xwe de got ku Îran welatê herî zêde ku şeniqandin lê heye û got: " Îsal 173 kes ji alî rejîma Îranê ve hatin şeniqandin ku di nav wan de du zarokên 17 salî jî hebûn. Sala par Îranê 253 kes şeniqandin û di nav wan de jî 7 kesên ku ji 18 salî piçûktir bûn hebûn  ".

Rahman, anî zimên ku ew bi xurtî li dijî şeniqandinê ye û divê şeniqandin li Îranê bi dawî bibe.

Parve bike: