TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê îsal 209 kesan îdam kir

Admin M
Nivîskar
📅 10 gulan 2023 01:48

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî di derbarê îdamên li Îranê de daxwuyanî da. Berdevka ofîsa Neteweyên Yekgirtî ya mafên mirovan Ravina Shamdasani ragihand ku Îran di nava îsal de, heya niha 209 kesan didardekiriye. Shamdasani rewşê weke felaket binav kir û bang li Îranê kir ku îdaman rawestîne.

Berpirsa mafên mirovan yê Neteweyên Yekgirtî her weha ragihand ku li Îranê didardekirina mirovan gelek bi endîşeye û weha got:

“Îsal di nav hev de li Îranê her hefte ji 10 kesan zêdetir kes hatin îdamkirin. Îran, niha di dinyayê de di îdaman de welatê ku herî zêdê îdaman dike. Piraniya kesên tên îdamkirin ew kesin ku ji maddeyên hişbir ceza sitendine.”

Parve bike: