Îranî li Mahabad û Kermanşanê 4 Kurdan xist bin çav
PeyamaKurd – Li Kurdistana Rojhilat, li bajarê Mahabadê hêzên asayîşa Îranê 3 Kurdan xistin bin çav û wan birin ciyekî nediyar.
-Li gor ragihandina Hengawê; Hoyar Zahabi (21) di 21 ê Adarê de hêzên asayîşê avêtine ser mala dapîra wî û bi şiddetê ew girtine. Zahabi berê di tevgera Jin-Jiyan-Azadî de hatibû girtin.
-Her weha car din li Mahabadê li gundê Kuşeh-Kahrizê Celal Alavî ji aliyê hêzên hukumetê de hatiye girtin. Bê ku ti delîl nîşan bidin ew girtine.
-Di 20 Adarê de car din li bajarê Mahabadê Kurdê bi navê Wahab Huseyinzadeh ji aliyê hêzên Îranê de hatiye girtin û ew birine ciyekî nediyar.
-Endamê sendika mamosteyan Manuçehr Axabegî jî li bajarê Kermanşahê, di 18 ê Adarê de li bajarê xwe hatiye bin çav kirin.
Her 4 kesên navborî hêzên desthilata Îranê bê biryara dadgehê û bê delîl ew girtine û birine ciyên nediyar. Tevî hewlên malbat û parêzerên wan, kes agahî nedaye malbatên wan, bi çi tên sûcdearkirin nayê zanîn û kes nizane ew birine ku derê.