Iraqê di projeyasaya parastina asmanî de cih neda Kurdistanê
PeyamaKurd - Parlementoya Iraqê di rûniştina projeyasaya "Sindoqa Xurtkirina Sîstemên Parastina Asmanî" de, navê Herêma Kurdistanê derbas nekir.
Projeya ji 8 xalan pêk tê ji aliyê Serokê Koma Sadiqûn a ser bi Tevgera Esayîb Ehlil Heq Uday Evad Kazim ve hatiye pêşkêşkirin û desthilatê dide hikûmetê ku ji derveyî budçeya giştî, çavkaniyên darayî ji bo kirîna sîstemên pêşketî yên wekî radar, moşek û navendên kontrolê peyda bike.
Lê belê nexistina navê Herêma Kurdistanê di nav vê projeyasayê de bû sedema berteka tund a parlamenterên Kurd.
Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoyê Şîrwan Duberdanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ew herêm e ku herî zêde rûbirûyî êrîşên asmanî û moşekî dibe, lewma divê navê herêmê bi eşkereyî di qanûnê de cih bigire û sîstemên dijî balafirên bêmirov (drone-savar) li wir werin avakirin.
Parlamenterên Kurd gotin ku wan ev reşnivîs ji bo şêwirmendên hiqûqî yên Herêma Kurdistanê re şandine daku xalên ku di berjewendiya gelê Kurd û herêmê de ne, li qanûnê zêde bikin. Di xala hincetê ya projeyê de hat destnîşankirin ku ji ber gefên ewlehiyê û êrîşên dronan, piştgiriya darayî ya ji bo Wezareta Parastinê wekî "erkeke nîştimanî" tê dîtin.