TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Brîtanyayê biryara Iraqê: Ji ber xetera Îranê ewlekarî hat zêdekirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 gulan 2019 22:06

PeyamaKurd – Brîtanyayê piştî biryara çend welatan derbarê metirsiyên ewlekariyê li Iraqê, ji bo ewlekariya dîplomatên xwe yên li Iraqê zêde kir û asta alarma ewlekariyê bilind kir.

Li gorî nûçeya Sky Newsê hikûmeta Londonê ji ber xeteriya zêde ya Îranê, ewlekariya ji bo parastina dîplomat û karmendên leşkerî yên li Iraqê zêde kir.

Herwiha Brîtanyayê piştevaniya welatê xwe bo pêngavên Amerîkayê yên li dijî Îranê nîşan da û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ragihand ku heman nirxandinên wan ên weke Amerîkayê li ser gefên Îranê hene.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku çavkaniyeke ji Koşka Whitehall Brîtanyayê daye xuyakirin, ji ber sedema îhtimala êrîşên hêzên alîgirên Îranê yên li Iraqê metirsiyên wan hene û biryara zêdekirina ewlekariyê jî ji bo wê yekê hatiye dayîn.

Hat ragihandin ku Brîtanyayê bi heman hincetê asta ewlekariya karmenên xwe yên li Erebistana Siûdî, Kuwêt û Qeterê jî zêde kiriye.

Piştî ku Amerîkayê fermana derketina karmendên xwe ji Iraqê derxist û li dû wê biryarê jî welatên wekî Almanya û Holandayê rahênan û perwerdehiyên leşkerî bo hêzên Iraqê rawestandin Fransayê jî biryara xwe da.

Rayedarên  Almanya û Holandayê ragihandin ku wan perwerdeya leşkerî ya li Îraqê rawestandiye.

Parve bike: