TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Emar Hekîm peyama Tirkiye û Îranê...

Admin H
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2021 22:27

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Hijme ya Niştîmanî li Iraqê Emar Hekîm, li ser destwerdanên Tirkiye û Îranê di nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê daxwaz ji wan welatên cîran kir rêzê li serwerîya Iraqê bigirin û got, Iraq welatekî serbixwe ye û ew rê nadin destdirêjî li dijî serweriyê bê kirin.  

Emmar Hekîm di peyama Cejna Qurbanê de ku li ser hesabê xwe yê telegramê belav kiriye got: “Bidestanîna aştiyê li herêmê û tevahiya cîhanê li ser bingeha miameleya welatan bi rêgezên navnetewî û bi hemahengî li ser bingeha têkiliyên dualî û berjewendiyên hevbeş  dibe. Iraq jî wek welatekî serbixwe ku serweriya wê bi temamî heye, bê guman dê di encama her hewldaneke xweferzkirinê  têk biçe.”

Hekîm diyar kir: “Em daxwazê ji welatên cîran dikin ku bi Iraqê re bi awayê ku serweriya wê ya temam hebe, danûsitandinê bikin. Em dê rê nedin tu hincetek û di her rewşê de serweriya me binpê bikin yan jî destdirêjiya xaka me bikin."  

Emar Hekîm ve peyamên xwe piştî destwerdanên Tirkiye û Îranê dan ku gelek caran topbaran û bombebaranan li ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê pêk tînin.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî doh 21ê Tîrmehê li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê gotibû: “Ew dem nêzîk e em ji vê derê bi meşê biçin nav Iraq û Sûriyê.”

Parve bike: