TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Parlamena Ewropayê peyama Nêçîrvan Barzanî û Pêsmerge

Admin H
Nivîskar
📅 03 hezîran 2019 03:03

PeyamaKurd – Serokê Ragihandinê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) David C Bannerman, serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber erka wî ya seroktiyê pîroz kir.

David C Bannerman li ser hesabê xwe twitterê Barzanî pîroz kir û Pêşmergeyên Kurdistanê jî silav kir.

Bannerman wiha got:  “Serokê nû Rêzdar Nêçîrvan Barzanî gelekî pîroz dikim. Di wezîfeya nû de ya herî baş bo wî dixwazim. Dubare silavê li hêzên Pêşmerge dikim ku bi fedekarî û wêrekiya xwe rêxistina terorîst DAIŞ li Iraqê têk birin.”

Parve bike: