TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serokwezîr bo Bexdayê : Em lihev rêzgirtî bimînin

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2023 20:23

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr -Bexdayê ragihand ku dê pêwendî di çarçoveya Destûra Bingehîn de berdewam bikin. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi nûnerên biyanî û dîplomatên ku li Herema Kurdistanê û Iraqe ne re civiya û bi mebesta pîrozbahiyên Noelê daxuyaniyekî belav kir. 

Mesrûr Barzanî li sr mijarê wiha got: 

"Beriya ku pirsgirêk bigihên asta ku biryarên mîsoger bidin sepandin, hêvîdarim em çareseriyan peyda bikin. Em pabendî bi Destûra Bingehîn dikin ku mafên Kurdan û pêwendiyên Herema Kurdistanê û Hikûmeta Federal diyar kiriye."

Serokwezîr balê kişand ku divê bi rêyên diyalog û aşt,yane li çareseriyan bên lêgerîn û metirsî û gumanên xwe ji rakêşiyên li Rojhilata Navîn ragihand ku eger heye di encamê de sivîl bibin qurbanî.

Serokwezîr Barzanî balê kişand li ser bandorên nerênî yên guhêrîna avhewayê (îklim) û da zanîn ku divê civaka navneteweyî bihevkarî bê kodînekirin. 

Di civînê de, Mesrûr Barzanî cejna Noelê li beşdarên biyanî pîroz kir û hêviya xwe ya saleke serkeftî ji bo beşdaran diyar kir. 

 

Parve bike: