KDP-İ: “Em ji bo ti milletekî tehdîd nînin”
PeyamaKurd – Endamê rêvebiriya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-İ) û hem nûnerê Hewlêrê Mihemed Salih Qadiri, di hevpeyvîna bi RûpelNewsê re ragihand ku li Tirkiyê hinek teref hene ku Kurdên Îranê wekî tehdîd nîşan didin û got ku Tevegra Azadiya Netewî ya Kurd ji bo ti welat û milletekî tehdîd nîne.
Li ser pirsa ku DYA û Îsraîl ku Kurdên Rojhilat ji bo şerê li dijî Îranê amade dike, Qadirî got:
“Tiştên di derbarê me de tên gotin, ti eslekî ji wan re nîne û îftîra ne.”
Qadirî got ku hevkariya Kurdan ya ji 6 partiyan pêk tê, ji bo li Îranê Kurd mafê çarenûsa xwe tayîn bikin û ji bo sîstema federal ava bikin, hevkariya 6 partiyan yekîtiya Kurda xwurt kiriye. Qadirî bo peyamnêrê RûpelNewsê Cesim İlhani, li ser gelek mijaran agahiyan da û xalan weha rêz kir:
-Em ji bo Tirkiyê tehdîd nînin û dixwazin bi Tirkiyê re têkiliyên dostane deynin. Ev qaîdê, wê têkiliyên di navbera Kurd û Azeriyan de bêhtir pêşde bibe.
-Divê dewleta Tirkiyê û raya giştî ya Tirkiyê zanibe ku Bizava netewî û azadiyê ya Kurd, ji bo ti milletekî tehdîd nîne û ew tiştekî zêde naxwazin. Naxwazin mafên milletên din jî binpê bikin û wekheviyê dixwazin. Kurd axa ti kesî îşxal nekirine û naxwazin bikin jî. Em dixwazin li ser axa xwe ya bi hezaran salan, bibin xwediyê desthilata xwe û çarenûsa xwe tayîn bikin. Li temamê erdnîgariyên dinyayê û Rojhilata Navîn rêvebiriya temamê milletan heye lê çima Kurd nebin desthilatê li ser axa xwe?
- Qadirî ragihand ku armanca Kurda ew e ku sîstemekî demokratik û federal ava bikin. Dijmin dixwaze bizava netewî ya Kurd belav bike û leke li navê Kurda bixe. Dewleta Îranê li ser înkar tinebûna milletan ava bûye. Naxwazin di rêya demokrasiyê de desthilata xwe parve bikin. Xebatên me li Rojhilatê Kurdistane. Kurd dixwazin temamê milletan; Kurd, Fars, Azerî, Turkmen, Ereb û Belûc qedera xwe tayin bikin û bibin xwediyê sîstemekî federal û demokratik.
-Kurd ji bo ti milletekî tehdîd nînin û dê nebin jî. Kurd dê bibin wesîla têkiliyên aborî, bazirganî, siyasî, çand û îstîqrara di her sehayê de. Ewlehiya herkesî weha dibe garantîkirin. Em PDK-İ 80 sale bi vî rengî dixebitin.
-Dema me dest bi xebatê kir Riza Şah Pehlewî desthilat bû. Wê wextê Îran bi Amerîka re xwedî pêwendî bû û peymanên wan hebûn. Pêwendiyên Îsraîlê jî bi Îranê re hebûn. Tiştên di derbarê me de tên gotin vala û esasê wan nîne. Divê bê qebûlkirin ku rewşa Rojhilata Navîn bi peymana Sykes-Picot û Lozan hatibû qebûlkirin lê niha rewşa Rojhilata Navîn guherî.
- Ji ber Kurd rejîma heyî ya Îranê qebûl nek, Humeynî li dijî Kurda fetwa cîhadê dabû û ev fetwa han 47 sale bê ferqê bixin navbera Kurdan, jin, zarok ji 50 hezarî zêdetir Kurdan kuştin.
-Lîderê me Dr. Abdurrhman Qasimlo, di sala 1989an de li Viyana li ser masa hevdîtina bu muzakereyan kuştin û Dr. Sadiq Şerefkendi di sala 1992an de li Almanya ji aliyê rejîma Îranê de hat kuştin.
-Di rojên nêz de, di protestoyên Jina Amini de bi hezaran mirov hatin kuştin. Di çalakiyên çend meh berê de, 30 hezar mirov hatin kuştin.
- Qadirî, li ser têkiliyên Îranê yên bi grûbên terorîst re got ku Îran finansa wan dike, di Rojhilata Navîn de li Yemenê, li Sûriyê, Iraqê, li Xezzayê, Lubnan û hetta Afrîkayê bûye hêzekî ku şer derdixe û ewlehiya temamê dewletan tehdîd dike.
- Têkiliyên me çawa bi gelek terefên siyasî re hene her weha bi Îsraîlê re jî heye. Têkiliyên em bi Azeriyan re hene û qet nabe ku di navbera me de şer bibe. Wê di wextekî nêz de daxwuyaniyekî hevkariya me li ser Azeriyan bibe.
-Li Tirkiyê hinek teref dibêjin ku wê di navbera Kurd û Azeriyan de şer bibe. Divê Tirkiyê vêya neke hêcet û PJAKê jî neke hêcet. Di xebatên me yên siyasî de Azerî jî hene. Bi heman şêweyê Fars û Belûc jî di nav me de cîh girtin û di têkoşînê de şehîd ketin.
-Dibe hinek Azeriyên di nav rejîma Îranê de ne, Tirkiyê li hemberê me germ bikin. Divê Tirkiye bi wan nexape. Pêwiste rayedarên Tirkiyê bi Kurdên Îranê re têkiliyên siyasî deyne. Tirkiye dikare weka çawa bi Başûrê Kurdistanê re têkiliyan danî, bi heman şêweyî bi me re jî deyne.