TR KU SO
FB X
Kurdistan

Konsûlê Çînê: Emê bihevre têkosîna coronavîrûsê bidin

Admin H
Nivîskar
📅 08 adar 2020 20:40

PeyamaKurd – Konsûlê Çînê yê Hewlêrê Ni Ruchi ligel Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî derketin pêş medyayê û dane xuyakirin ku ew dê li dijî nexweşîna vîrûsa korona ya Covid-19 bihevre têkoşînê didin û bi ser bikevin.

Ni Ruchi bal kişand ser hevakariya welatê xwe ya bi Herêma Kurdistanê re û ragihand ku wan 200 hezar devane (maske) bexşandiye Herêma Kurdistanê û ew dê bihevre coronavîrûsê têk bidin.

Konsûlê Çînê spasiya piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û diyar kir ku dê Çîn hevkariyên xwe û şandina tîmên bijîşkî berdewam bike.

Ruchî herwiha da xuyakirin ku Çînê 40 hezar amûreyên destnîşankirina vîrûsa koronayê pêşkêşî Iraqê kirine.

Parve bike: