TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdên li Fransayê Dr. Qasimlo li ser gora wî bi bîr anîn

Admin H
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2026 17:14

PeyamaKurd - Di salvegera 37emîn terorkirina rêberê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Edullah Qadirî Azer û Dr. Fazil Resûl, li ser gora wan a li Goristana Père Lachaise a Parîsê hatin bîranîn.

Di merasîma ku ji aliyê Komîteyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li Fransayê ve hat birêvebirin de, hejmarek kesayet, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl amade bûn.

Merasîmê bi sirûda neteweyî ya "Ey Reqîb" û rawestane yek xulek a bêdengiyê ji bo rêzgirtina li şehîdan dest pê kir.

Paşê tacegulên rêz û wefayê yên saziyên wekî Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê, Enstîtûya Kurd a Parîsê û Koma Kurdan a li Parîsê li ser gorên şehîdan hatin danîn.

Di bîranînê de, Endamê Desteya Karîgerî ya Hizba Dêmokrat Hesen Şerefî bal kişand ser berdewamkirina rêbaza siyasî ya Dr. Qasimlo û têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê.

Şerefî di axaftina xwe de biryarên dadgehên Ewropayê bi bîr xist û bal kişand ser cudahiya mezin a di navbera biryarên dadgehên Almanyayê yên ji bo dosya Mîkonosê û yên dadgehên Awistirî yên ji bo dosya Viyanê de ku li ser asta navneteweyî wekî biryareke aloz û ne dadperwerane tê nirxandin.

Parve bike: